Roja dûşem 02.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mensûr Murîd Parêzgerê Mûsilê kir.
Li hevdîtinê de rewşa îdarî û xizmetguzarî û debara nîştecihên Mûsilê û parêzgeha Nînowa xistin ber behs û guftûgoyan û her wiha rewşa koçberan û proseya vegeriyana navçeyên wan hate nirxandin.
Li vê civînê de Serok Barzanî ji bo îdareya Mûsilê, li karên wan yên bi navê xizmeta xelk û baştirkirina rewşa jiyana koçberan de palpiştiya xwe ya tevahî ragihand.
Her li vê hevdîtinê de tekez li ser pêwîstiya hemahengiya berdewam ya di navbera Herêma Kurdistan û parêzgeha Nînowa de kir.