Wednesday 29 January 2020

Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsya yê Karubarê Rojhilata Navîn û Efrîqa kir



Roja çarşem 29.01.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mikhail Bogdanov Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsya yê Karubarê Rojhilata Navîn û Efrîqa û Cîgirê Wezîrê Derveyê Rûsya û şanda li gel kir ji Maksîm Maksîmov Balyozê Rûsya li Iraq û Oleg Levîn Konsolê Giştî yê Rûsya li Hewlêr û hejmarek ji dîplomatkar û berpirsên kompanya Gazproma Rûsya pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsya yê Karubarê Rojhilata Navîn û Efrîqa silavên Serok Putîn û Wezîrê Derveyê Rûsya bi Serok Barzanî gihand û ji bilî tekez kirina li ser peywendiya dîrokiya gelê Rûsya û gelê Kurdistanê û rola malbata Barzanî ya li wan peywendiyan da, Serok Barzanî jî wekî dostekî mezinê gelê Rûsya wesif kir. Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsya yê Karubarê Rojhilata Navîn û Efrîqa pêzanînên xwe jî ji bo aramî û pêgeha Herêma Kurdistanê ya li navçeya Rojhilata Navîn hebû û daxwaza welatê xwe jî ya ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera her dû aliyan de nîşan da.

Her li vê civînê de Serok Barzanî spasî Serok Putîn û Wezîrê Derveyê Rûsya kir û her wiha spasî helwesta Hikûmet û kompanyayên Rûsya kir ku li rojên dijwar û teng da li beranber Herêma Kurdistanê helwestên erênî û bilind nişandane. Serok Barzanî balkişand li ser peywendî û dostayetiya kevin ya di navbera her dû gelê Kurdistan û Rûsya kir û bi pêwîst jî zanî wan peywendiyan kûrtir û berfireh bikin. Li beşekî dinê vê hevdîtinê de Serok Barzanî dilgiraniya xwe li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriye bi Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsya gihand û dîtin û pêşniyarên xwe yên ji bo çareserkirina kêşeya gelê Kurd li Sûriye xisterû.

Rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya navçeyê û gefa hizra tundî û terorê û metirsiyên bihêzbûna terorîstên Da'îş mijareke dinê vê civînê bûn.