Roja Şemiyê, 17.01.2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Tom Barrack, nûnerê Serok Trump ji bo karûbarên Sûriyê, û Balyozê Amerîka li Tirkiyê û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de ku birêz Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade bû, birêz Tom Barrack silav û rêzên Serok Trump gihandin Serok Barzanî. Herwiha rûmetên xwe ji bo rola Serok Barzanî di pêvajoya aştiyê û aramkirina bûyerên vê dawiyê yên Sûriyê de anî ziman.
Di heman hevdîtinê de, rewşa Sûriyê û guhertinên herî dawî yên meydanî hatin gotûbêjkirin û tekez li ser wê yekê kirin ku ji bo gihîştina çareseriya kêşeyan, divê pişta xwe bi diyalog û lihevkirin û rêbazên aştiyane bê girêdan.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de, Serok Barzanî spasiya rola Amerîkayê kir ku alîkariya aliyên Sûriyê dike ji bo gihîştina çareserkirina kêşeyan. Herwiha tekez kir ku pêwîst e di dahatûya Sûriyê de mafên gelê Kurd bêne garantîkirin.