Wednesday 3 April 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir



Roja çarşem 03.04.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xatûna Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraq û navxweya Herêmê û hilbijartinên Parlemena Herêma Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kirin û xatûn Jeanine Plasschaert ji bilî balkişandina li ser rola Serok Barzanî û PDK li proseya siyasiya Iraq û Herêma Kurdistanê balkişand li ser wê yekê ku agahdarî eweye ku du sale PDK amadehiyê birêveçûna hilbijartinê bûye ku di dema xwe da bêkirin û niha jî ji dilgiraniyên PDK li ser hilbijartinê têdigihîn û tekez jî li pêwîstiya beşdarîkirina PDK li hilbijartinê kir û ragihand ku birêveçûna hilbijartinê li gor PDK proseyekî zehmet dibe.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî sedemên helwesta PDK rûn kir û wê yekê xisterû ku Dadgeha Federal cihê desthilata yasadananê girtiye û biryarên wê siyasîne û bi awayek nîne ku rêz li kiyan û qewareya Herêma Kurdistanê bigre. Serok Barzanî ewe jî xisterû ku bêbeşkirina pêkhatan ji nûnerayetîkirina wan ziyanekî gelek mezin bi wê pêkvejiyanê digihîne ku gelê Kurdistanê dehan sale bi navê wê da xebat kiriye. Divê mafê pêkhatan bê ber çav girtin ji ber ku ew jî neteweyên cûda cûdane û divê li Kurdistanê da hest bi hebûna xwe bikin. Parlemanek neteweyên din têda nebê parlemanekî leng û nekamil dibe. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de tekez li ser pêwîstiya birêveçûna hilbijartinê kir lê belê hilbijartinek ku te'bîrê li îradeya gelê Kurdistanê bike û azad û şefaf bê û dûr bê ji destwerdana derekî û dîzayna pêşwexta encaman.

Her li vê civînê de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku li Herêma Kurdistanê PDK damezrênerê şer`îyet û hilbijartinan bûye û ew bi xwe li 1991 li bajarê Koye ragihandiye ku pêwîste ji şer`îyeta şoreşgerî ber bi şer`îyeta yasayî ve biçîn. Serok Barzanî ronahî xiste li ser rewşa Iraqê jî û tekez li wê yekê kir ku li Iraqê da rêkeftin têne binpêkirin, ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê me rêkeftinek li gel aliyên siyasiyan di dema pêkanîna hevpeymaniya îdareya dewletê hebû û heta niha hîç yek ji xalên wê rêkeftinê nehatine bi cîh kirin. Li gel ewe da jî li Bexda bi awayeke nedestûrî dest ji bo jiyana xelkê Kurdistanê birine û mûçe û debara xelkê Kurdistanê wekî çekek ji bo têkdana aramiya Herêmê û bêzarkirina xelkê Kurdistanê bikaraniye.

Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî bi pêwîst zanî bi navê birêveçûna hilbijartinekî pak û zelal da kêşeyên teknîkî bêne çareser kirin û li jêr çavdêriya civaka navdewletî da bê.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de Nûnera Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê wê yekê bi Serok Barzanî ragihand ku kêşeya mûçeyê li rapora xwe ya ji bo Encûmena Asayîş de behs kiriye û nabê cûdahî li navbera fermanberên Herêma Kurdistanê û beşên dinê Iraqê hebê û hewla ewe da dibê babeta mûçe û şayesteyên darayiyên xelkê Kurdistanê li gel hikûmeta Iraqê behs bike. Her wiha pêşniyar jî kir ji bo babeta hilbijartinên Herêmê, tîmekî Neteweyên Yekgirtî hevkar bin ji bo çareserkirina wan kêşeyên teknîkiyên ku PDK têbînî li ser wan heye.

Li vê civînê de her du alî tekez li wê yekê kirin ku ji bo parastina proseya demokrasî û saramiya Herêma Kurdistanê pêwîste giriftên li ber birêveçûna hilbijartinê bêne çareser kirin.