Sunday 21 April 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Mîr û Encûmena Rûhaniya Êzdiyan kir



Roja yekşema 21ê nîsana 2024 li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyan û Encûmena Rûhaniya Êzdiyan kir.

Li hevdîtinê da şanda mîhvan spasiya Serok Barzanî kirin ku herdem piştevanê Êzdiyan bûye û xemxûrê bextewerî û yekrêzî û tebayî ya di navbera Êzdiyan bûye. Her wiha şanda mîhvan daxwazê ji Serok Barzanî kirin ku li palpiştîkirina daxwazên wan de berdewam bê û rêgirîyê li wan hemû hewlan bike ku bi niyazin berbelaviyê bixin nav Êzdiyan.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku Êzîdî beşekî ezîzê gelê Kurdistanê ne û daxwaz jî kir ku Êzîdî dest bi dab û nêrîtên xwe bigrin û rê nedin dengê namo û xerîb bandorê li ser civaka Êzdiyan bikin û warê bab û bapîrên xwe bi cîh bihêlin. Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser hewlên hinek aliyên ji bo diyarkirina Mîrê Êzdiyan li Bexda û destêwerdana li karubarê Êzdiyan, tekez li wê yekê kir ku bi hemû ṣiyana xwe ve palpiştê û xûşk û birayên Êzdiyan dike û rê nade babetên namo û xerîb li ser Êzdiyan da bê sepandin.