Roja sêşema 28.11.2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Metran Xetas Hezîm Metrana Ruma Ortodoks li Bexda û Kuweyt û Saltanata Uman kir.
Li hevdîtinê de birêz Metran Xetas Hezîm spasiya hewlên Serok Barzanî ya ji bo parastina pêkhatan kir û rûmeta xwe ji bo gelê Kurdistanê hebû ku li rojên teng da dergehên xwe ji bo dehan hezar koçberên Krîstiyanan vekirin.
Her li vê hevdîtinê de kêşe û astengiyên li ber Krîstiyanên Iraq û navçeyê hate behs kirin û Serok Barzanî tekez li ser pêdagirbûna gelê Kurdistanê bi çanda tebayî û pêkvejiyana di navbera pêkhatan kir.