Saturday 27 January 2024

Serok Barzanî pêşwaziya malbat û kesukarên şehîd Pêşrew Dizeyî kir



Piştî êrîşa bê hêceta muşekiya Supaya Pasdarên Îranê ya li ser mala şehîd Pêşrew Mecîd Dizeyî ku bû sedema şehîdbûna wî bi xwe û Jîna ya keça temen yanzdeh mehî, her wiha birîndarbûna hevjîn û kurên wî û şehîd û birîndarbûna çend welatiyekî sivîl, roja şemiya 27.01.2024, li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya malbata şehîd Pêşrew Dizeyî kir.

Li vê hevdîtinê de, Serok Barzanî dûbare pirse û sersaxiyên xwe bi malbata şehîd Pêşrew ragihand û hêviya başbûnê ji bo birîndaran xwest, her wiha Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ew tawan zulmekî mezin bû beranber malbata şehîd Pêşrew Dizeyî û xelkê Kurdistanê hate kirin.

Her li vê hevdîtinê de kesayetî û têkoşerê kevnarê Kurdistanê birêz Muhsîn Dizeyî spasî piştgîrî û helwesta Serok Barzanî kir ku her li roja yekem ve wê karesatê bi xema xwe zanî û her wiha spasî amadebûna Serok Barzanî li merasîma bi ax spartina şehîdên wê rûdana karesatbar kir. Her li vê hevdîtinê de birêz Abdulla Mecîd Dizeyî bi navê xwe û malbata xwe û her sê birayên şehîd Pêşrew pêzanînên xwe ji bo hevsoziya Serok nîşan da û soza ewe jî dan ku hemû li ser rêya şehîd Pêşrew Dizeyî ji bo avadanî û xizmetkirina xelkê Kurdistanê de berdewam dibin.