Roja çarşema 06.03.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel şanda Lîjneya Herêman û Parêzgehên Encûmena Nûnerên Iraqê ya bi serokayetiya birêz Xalîd Samerayî civiya.
Li civînê de şanda mîhvan pesnê ezmûna Herêma Kurdistanê ya li warê karubarê pêşxistina parêzgehan û her wiha pêkanîna îdareya serbixwe li Zaxo û Soran û Raperînê kirin û xwazyarê ewe bûn ku ew ezmûn ji bo cihên dinên Iraqê jî bê veguhestin.
Her wiha di vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.