Thursday 21 December 2023

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Hîndîstanê li Hewlêrê kir



Roja pêncşem 21.12.2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Madan Gopal Konsulê Hîndîstanê li bajarê Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de behsa rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û wan waran kirin ku dikarin li pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Hîndîstanê kar li ser bikin. Konsulê Hîndîstanê li Hewlêr, xwazyarê ewe bû ku peywendiyên di navbera her du aliyan li warê pêgihandina şiyanên mirovî û kûlturî û teknelojiya û pizîşkî de bêne pêşxistin.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo serkirdeyên mezinên Hîndîstanê wekî Gandî û Nehro hebûn ku rola wan li palpiştîkirina gelên mezlûm û aştî û tebayî li cîhanê hebû û ragihand gelê Kurdistanê rêzekî taybetî ji bo gelê Hîndîstanê û kultûra firehî û pêkvejiyana Hîndîstanê heye. Li beşekî dinê civînê de Serok Barzanî bi kurtî li dîroka xebata gelê Kurdistanê xisterû û Konsulê Hîndîstanê jî rol û xebata Pêşmerge û gelê Kurdistanê ya bi navê azadî û rûbirûbûna terorê de bilind nirxand.