Wednesday 3 April 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Holanda û Almanya li Hewlêrê kir



Roja sêşema 02.04.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Jaco Beerends Konsulê Giştî yê Holanda û Klaus Streicher Konsulê Giştî yê Almanya li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de ronahî xistin li ser babeta hilbijartina Parlemena Kurdistanê û helwêst û têbîniyên Partiya Demokrata Kurdistanê ya di derbarê hilbijartinan de. Her wiha balkişand li ser girîngiya encamdana hilbijartinê li Herêma Kurdistanê û her du Konsulê Holanda û Almanya palpiştiya welatê xwe ya ji bo encamdana hilbijartinekî dadperwerane ragihand bi cûreyek ku nûnerayetiya rûyê demokrasiya Herêma Kurdistanê bike, ew jî bi hevkarîkirina aliyên peywendîdarên navçeyê ya ji bo derbaskirina qeyranên siyasî.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî pesnê rola her du welatên Holanda û Almanya ya dost kir li palpiştîkirina doza gelê Kurdistanê. Her wiha Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku Partiya Demokrata Kurdistanê damezrênerê şer`îyet û hilbijartine li Kurdistanê û di dema du salên derbasbûyî da Partiya Demokrata Kurdistanê hemû hewlekî xwe xistiye holê bo ku hilbijartin di dema xwe da bê encamdan, lê belê rêgiriyê li birêveçûna hilbijartinê kir, bi eşkere hêvî ji bo destê derekî û Dadgeha Federal birin bo ku kêşe ji bo hilbijartinekî pak û bêgerd bê dirust kirin. Bêbeşkirina pêkhatên neteweyî û olî li hilbijartinê, bêbeşkirina zêdetirê çarsed hezar dengder li dengdanê û ji bilî wê jî sepandnî rêkar û mekanîzm û rêkarên nedirust li birêveçûna hilbijartinê, wiha dike ku hilbijartin te'bîr li dengê rasteqîneya xelkê Kurdistanê nake.

Li beşekî dinê vê civînê de Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku Partiya Demokrata Kurdistanê piştgîriyê li encamdana hilbijartinekî azad û dadperwerane dike bebê hîç destêwerdanek û dariştinekî pêşwext. Bi pêwîst jî zanî ku ew hemû kêmasiyên teknîkî û binpêkirinên destûrî û yasayiyên dosyeya hilbijartinê bê çareser kirin bo ku prose nûnerayetiya îrade û dengê rasteqîneya gelê Kurdistanê bike, bi awayek ku li xizmeta demokrasî û şer`îyeta dam û dezgehên Herêma Kurdistanê da hebê.