Roja çarşema 01.11.2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Lyo Cyon Konsulê Giştî yê nû yê Çîn li bajarê Hewlêrê û şandekî li gel da kir.
Li hevdîtinê de Konsulê Çîn li Hewlêr pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê ya li dîrok û hevkêşeyên Kurdistan û Iraq û navçeyê da hebû û her wiha qurbanîdana Partiya Demokrata Kurdistanê ya li tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de bilind nirxand. Ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokî û kevnarên di navbera Barzaniyê Nemir û serkirdeyên Çînê û her du partiyên Komunistên Çînê û PDK, xwazyarê ewe bû ku peywendiyên welatê Çîn û Herêma Kurdistanê li warên cûr bi cûrên aborî û kultûrî û zanistî û bazirganî û geştkirina welatiyan zêdetir pêş bixin.
Her li vê civînê de Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Konsulê nû yê Çîn li Hewlêrê xwest û pêzanînên xwe ji bo dîrok û şaristaniyeta Çînê û gel û serkirdayetiyê Çînê hebû ku astengiyên gelek mezin derbaskirine û xizmeteke zêde pêşkêşî mirovayetî û cîhanê kirine û xweşhaliya xwe jî ji bo berfirehkirina peywendiyên di navbera her du aliyan nîşan da.
Guftûgokirina di derbarê rewş û pêşhatên emnî û siyasiyên dawî yên li ser asta cîhan û navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.