Roja şemiya 17ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Yann Braem Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê kir.
Li hevdîtinê de balkişandin li ser rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û her wiha peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û guftûgoyên di derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêvajoya guftûgoya di navbera aliyên siyasiyên Herêmê ya ji bo pêkanîna kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.
Her li vê hevdîtinê de tekez li ser peywendî û dostayetiya dîrokiya di navbera gelê Kurdistan û gelê Fransayê kirin.