Roja sêşema 13ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyoz Mahir Elkerkî Konsulê Giştî yê nû yê Filistînê li Hewlêrê kir.
Li hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Filistînê, ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Filistînê, silavên Serok Mehmud Ebas Serokê Filistînê û serkirdayetî û gelê Filistînê bi Serok Barzanî gihand û tekez jî li ser girîngiya berdewamî û pêşxistina peywendî û dostayetiya di navbera her du aliyan kir.
Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser peywendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Filistînê ya li qonaxên cûda yên xebata rewa ya gelê Filistînê ya her li dema Serok Yaser Erefat heta Serok Mehmud Ebas û tekez jî li wê yekê kir ku doza gelan eger hinek li rawestgehan da jî tûşî şikest yan rawestanê bibin lê belê tu demekê bi dawî nayên. Hêvî jî xwest ku dawî bi wê karesat û êşan bê ku li ser gelê Filistînê da hatiye û doza rewaya gelê Filistînê bigihe aştî û çareseriyeke rewa.