Roja çarşem 24.01.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Muhammed Mevlud Yakut Konsulê Giştiyê Tirkiye li Hewlêrê kir.
Konsulê Tirkiye bi mebesta xatirxwestinê û bi helkefta dawî hatina erkê xwe yê li Herêma Kurdistanê serdana Serok Barzanî kir û xweşhaliya xwe ji bo wê dema ku li Herêma Kurdistanê kar kiriye nîşanda û tekez li ser berdewamî û pêşveçûna peywendiya dostaneya di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê kir.
Serok Barzanî spasî Konsulê Tirkiyê kir û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû da xwest û tekez li ser berev pêşvebirina peywendiyên di navbera her du aliyan ya li hemû kertên cûda de kir.
Rewşa navçeyê û Iraqê û pêşhat û aloziyên dawî mijareke dinê guftûgoyan bûn.