Wednesday 15 November 2023

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştiyê Qeter li Hewlêrê kir



Roja çarşem 15.11.2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Husên Elî Salih Elfezale yekemîn Konsulê Giştiyê welatê Qeter li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de Konsulê Giştiyê Qeter li Hewlêr silavên Emîr û Serok Wezîrê Qeterê bi Serok Barzanî gihand û xweşhaliya xwe bi destbikarbûna wî ya li Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand ku hewlên wî yên ji bo hevkarî û hemahengiya li warên geşbûn û jêrxana aborî û pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan xisterû.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahî û destxweşiyê li Konsulê Giştiyê Qeterê kir û pêşwaziyê li bilind kirina asta peywendiya dîplomasiya di navbera Herêma Kurdistan û welatê Qeterê kir û tekez jî li ser pêşxistina dostayetî û peywendiya di navbera her du aliyan kir.

Danustandina bîr û ramanên di derbarê pêşhatên dawî yên navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.