Monday 15 January 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştiyê nû yê Koriya Başûr li Hewlêrê kir



Roja dûşema 15.01.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Sengchol Lim Konsulê Giştiyê nû yê Koriya Başûr li Hewlêrê kir.

Li destpêka hevdîtinê de Konsulê Koriya Başûr dilxweşiya xwe nîşanda ku wekî Konsulê welatê xwe li Herêma Kurdistanê destbikarkiriye û pêzanînên xwe ji bo rola Kurdistaniyan û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hebû ku bi navê azadî û parastina aramî û asayîşê têkoşiyane. Her wiha behsa peywendiyên dostaneya di navbera gel û Hikumeta Herêma Kurdistanê û Komara Koriya Başûr kir û amadehiya xwe û welatê xwe ji bo bihêztir kirin û hiştina wan peywendiyan li hemû waran da nîşanda.

Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Konsulê nû yê Koriya Başûr li Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest, her wiha spasî gel û Hikumeta Koriya Başûr û hêza Zeytunî ya Koriya Başûr kir ku hevkariya Herêma Kurdistanê kirine û hêvî xwest peywendiyên her du aliyan zêdetir bêne pêşxistin.

Rewşa siyasî û rûdanên vê dawiyê yên navçeyê bi giştî mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.