Monday 1 April 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştiyê Fransa li Hewlêrê kir



Roja dûşema 01.04.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Yann Braem Konsulê Giştiyê Fransa li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de ronahî xistin li ser babeta hilbijartina Parlemena Herêma Kurdistanê û helwest û têbîniyên PDK li ser hilbijartinê û Konsulê Fransa li Hewlêrê ji bilî balkişandina li ser girîngiya hilbijartinê li Herêma Kurdistanê ragihand, welatê wan li gel ewe da ye ku Herêma Kurdistanê bihêz û aram bê û alozî û dilgiraniyên di navbera aliyên siyasiyên Herêmê bêne çareser kirin. Her wiha amadehiya welatê xwe jî nîşan da ji bo hevkarîkirina alîgirên Herêma Kurdistanê bi navê derbaskirina qeyranên siyasî û çareserkirina giriftan li gel Hikûmeta Iraqa Federal.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî pesnê rola Fransayê kir ku piştevaniya doza gelê Kurdistanê bûye û peywendiya di navbera gelê Kurdistan û gelê Fransayê bi peywendiyekî dîrokî û bêwêne wesif kir. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku PDK binyatnerê şer`îyet û hilbijartina Herêmê bûye, nêzîkî du sale PDK hemû hewlekî da ku hilbijartin di dema xwe da bê encamdan, lê belê rêgirî li birêveçûna hilbijartinê hate kirin, bi eşkere hêviya xwe bi destê derekî û Dadgeha Federal birin bo ku kêşe ji bo hilbijartineke paqij û bêgerd dirust bikin. Bêbeşkirina pêkhatên neteweyî û olî li hilbijartinê, bêbeşkirina sedanhezar dengder li dengdanê, bêbeşkirina Helebce li hejmara rastî ya kursiyan û sepandina rêkarên nedirust li birêveçûna hilbijartinê, wiha dike ku hilbijartin rengê dengê rastiya xelkê Kurdistanê nîşan nede. Serok Barzanî eve jî xisterû, PDK li gel eweye ku hilbijartinekî paqij û azad bi bê destêwerdan û dîzayna pêşwext birêvebiçê. Helwesta PDK jî li ber ewe bûye ku plana dest bi ser da girtina îradeya xelkê Kurdistanê ser negrê.

Li beşekî dinê vê civînê de Serok Barzanî bi pêwîstî zanî ku ew hemû kêmasiyên teknîkî û binpêkirinên destûrî û yasayî bêne çareser kirin û îrade û dengê rastiya gelê Kurdistanê dûrî li plan û encamên pêşwexte ser bigrê. Daxwaz jî kir civaka navdewletî hevkar bê ji bo çavdêrî û mîsogerkirina hilbijartinekî azad û rasteqîne ku li xizmeta şer`îyet û dengê rastiya gelê Kurdistanê bê.