Wednesday 29 November 2023

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştiyê Fransa li Hewlêrê kir



Roja çarşema 29.11.2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Yann Braem Konsulê Giştiyê nû yê Fransa li Hewlêrê kir.

Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi helkefta destbikarbûna wî ya wekî Konsulê Giştiyê Fransa li Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li birêz Yann Braem kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Her li hevdîtinê de tîşk xistin li ser dostayetiya di navbera gelê Kurdistan û gelê Fransayê, her wiha tekez li ser pêşxistin û bihêzkirina peywendiyên di navbera her du aliyan kirin.