Roja dûşema 25ê Eylûla 2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xatûna Rosy Cave Konsula Giştiya Brîtanya li Hewlêrê kir.
Li hevdîtinê de ku Konsula Giştiya Brîtanya li Hewlêr ku bi helkefta dawî hatina erkên xwe û malavayîkirin û xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kiribû, xweşhaliya xwe ji bo karkirina li Herêma Kurdistanê ragihand û Serok Barzanî jî ji bilî destxweşiyê, hêviya serkeftinê li erk û karê wê yê nû da xwest.
Her li vê hevdîtinê de her du alî tekez li ser dostayetî û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanyayê kir.