Wednesday 9 October 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê kir



Roja çarşem 09.10.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Olivier Decottignies Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya li ser asta navçeyê, bi taybet egera şer û aloziya zêdetir li Bakûrê Sûriye, guftûgo kirin û her wiha di derbarê proseya siyasiya Iraqê danustandina bîr û ramanan kirin.

Li civînê de bi hûrî behsa wan metirsiyan kirin ku li egera rûdana şer li Bakûrê Sûriye têne holê û li vî derbarî de Serok Barzanî daxwaz kir Fransa wekî beşekî girîngê li Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Terorê, ji bo rêgirtina li rûdana karesatan, rola xwe bibînê.

Her li vê civînê de her dû alî dilgiraniyên xwe yên li egera kûrtirbûna êş û azarên gelê Kurd û her wiha paşaroj û çarenûsa gelê Kurd li Sûriye nîşan dan.