Wednesday 9 October 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Amerîka li Hewlêrê kir



Roja çarşem 09.10.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Steven Fagin Konsolê Amerîka li Hewlêrê kir.

Li vê civînê de di derbarê rewşa Sûriye û egera rûdana şer û karesatan guftûgoyên hûr û eşkere hate kirin û Serok Barzanî carekî din dilgiraniya xwe ya kûr ya li egera rûdana karesatan ji bo Kurdên Sûriye derbirî û daxwaz kir Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Terorê, ji bo parastina gelê Kurd rola xwe bibînin.

Serok Barzanî li vê hevdîtinê de ronahî kir ku gelê Kurd li çarçêweya şerê dijî terorê da qurbaniyeke zêde daye û niha em li çaverê dikîn Amerîka û Hevpeymanan û civaka navdewletî rê nedin li ber çavên wan gelê Kurd tuşî karesateke din bibê û li vî derbarî de berpirsiyariya mezin dikevê ser milê Amerîka û Hevpeymanan.

Her li vê hevdîtinê de behsa girjî û aloziyên vê dawiyê ya parêzgehên Iraqê kirin û Serok Barzanî ronahî kir ku em li gel ewedayîn daxwaziyên şeriyên xelkê bêne bicîhkirin, li heman demê de dijî eweyîn berpirsiyariya gendeliyên berê bixin stûyê hikûmeta niha û hinek kesên rabûyî ku ew bi xwe berpirsê rewşê ne, niha ji bo dijayetiya Serok Wezîr dixwazin suwarê lehiya nerazîbûna xelkê bin û li vî derbarî de piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta birêz Adil Abdulmehdî dûpat kir.