Tuesday 23 September 2025

Serok Barzanî Pêşwaziya Karbidestê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Kir



Roja sêşemiyê, 23ê Îlona 2025an, li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Joshua Harris, Karbidestê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê, kir.

Di civînê de ku Xanima Gwendolyn Green, Konsula Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê jî amade bû, Karbidestê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê tekez li ser peyama dostaniyê ya di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de kir û diyar kir ku Amerîka dixwaze Kurdistanek bihêz bibîne û bihêzbûna Kurdistanê jî di berjewendiya aramiya Iraqê de ye. Herwiha destnîşan kir ku Amerîka piştgiriya mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dike û alîkariya danûstandinên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dike. Her wiha got: "Nabe mijara nedana mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê berdewam bike û divê bê çareser kirin."

Di beşeke din a axaftina xwe de, Karbidestê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê behsa ezmûna serketî ya Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê enerjî û elektrîkê de kir û ew wek mînakek ji bo beşên din ên Iraqê destnîşan kir. Di derbarê pêvajoya siyasî ya Iraqê de jî, Karbidestê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê anî ziman ku welatê wî dixwaze serweriya Iraqê bê parastin û rê li ber destwerdanên di karûbarên Iraqê de bê girtin.

Li aliyê xwe, Serok Barzanî spasiya helwesta Amerîkayê kir ji bo alîkariya gelên Iraqê û herwiha Herêma Kurdistanê. Di derbarê pêvajoya siyasî ya Iraqê de jî, Serok Barzanî diyar kir ku mixabin desthilatdarên Iraqê pêdagirê destûr û rêkeftinan nebûne û ev yek bûye çavkaniya kêşeyan.

Serok Barzanî di gel balkişandina li ser pêvajoya hilbijartinê li Iraqê, tekez kir ku riya herî baş ji bo nûnertiyeke rastîn, vegera li ser yasaya yek bazneyî ye da ku di guncandina hejmara kursiyan bi rêjeya niştecihan re dadperweriya xwe hebe.

Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî, yek ji mijarên din ên vê civînê bû.