Roja şemî 13.07.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hunermendê navdarê Kurd Enwer Şêxanî kir.
Li hevdîtinê de Serok Barzanî spas û pêzanînên xwe ji bo rola Enwer Şêxanî ya li warê pêşvebirina huner û çand de hebû û destxweşiyê jî lê kir ku li salên derbasbûyî bi kedekî zêde û bi ruhekî niştîmanperwerane xizmeta hunera Kurdistanê kiriye.
Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî hêviya tendirustî û temendirêjiyê ji bo hunermend Enwer Şêxanî xwest.