Êvariya roja pêncşema 10 ê nîsana 2025 li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek edîb û nivîskar û kesayetiyên rewşenbîriyên Ereb kir ku bi mebesta beşdariya li 17. pêşangeha navdewletiya pertûkan serdana Hewlêrê kirine.
Li vê hevdîtinê da şanda mîhvan pesnê rola Serok Barzanî ya li pêşxistina kultûra diyalog û pêkvejiyana siyasî û çandî ya li Herêma Kurdistan û Iraqê kir. Her wiha berdewamiya pêşangeha salane ya pertûkan li Hewlêrê û hewlên rêzdar Fexrî Kerîm û Dezgeha El Meda ya li vekirina pêşangeha pertûkan bilind nirxand û balkişandin li ser wê yekê ku pêşangeha pertûkan û çalakiyên wekî wê yên çandî fakterên bihêzin ji bo pêşxistina civakê û peywendiyên di navbera şaristaniyetan û dewlemend kirina ziman û edebiyata gelên navçeyê.
Her li vê hevdîtinê da Serok Barzanî bi germî bixêrhatina şanda mîhvanan kir û li axaftina xwe da ronahî xiste li ser rola zanayan û edîbên mezinên Kurd li xizmet kirina çand û edebiyata Kurdî û gelên navçeyê û çand û rewşenbîriyê wekî bingehekî girîng ya hevtêgihiştina di navbera netewe û gelên navçeyê wesif kir. Her wiha bi kurtî dîroka siyasiya Iraq û navçeyê û ew êṣ û nehametiyên li ser gelê Kurdistanê de hatiye ji bo şanda mîhvan xisterû.
Li beṣeke dinê vê hevdîtinê de endamên şanda mîhvan di derbarê doza Kurd û rewṣa siyasî û guhertin û eger û pêşhatên nû yên li Sûriye û navçeya Rojhilata Navîn komek pirsiyar û têbînî û ramanên xwe pêṣkêṣî Serok Barzanî kirin û Serok Barzanî jî bersîva pirsiyar û têbîniyên wan da.