Roja Duşemî, 15ê Îlonê 2025, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên Aşûrî yên ku li Amerîkayê niştecih in kir ku bi serokatiya birêz Sam Dermo, Serokê Saziya Aşûriyan ji bo Edaletê.
Di civînê de, behsa peywendiyên kevnar ên di navbera Aşûrî û gelê Kurdistanê de hat kirin. Serok Barzanî piştrast kir ku civaka Aşûrî û hemû pêkhateyên din ên Kurdistanê xelkê resen ên vî welatî ne û çarenûsa wan bi hev ve girêdayî ye. Hem di rabûriyê de û herwiha di paşerojê de jî dê bi hev re û bi azadî û serbilindî bijîn. Serok Barzanî herwiha tekez kir ku hemû dezgeh û saziyên li Herêma Kurdistanê dê bibin alîkar û piştgir ji bo hemû wan penaberên ku hatine derbiderkirin û niha li Herêma Kurdistanê niştecih in, û divê ew hest bi hebûn, mayîn, aşîtî, aramî û paşeroja xwe ya geş li Herêma Kurdistanê de hîs bikin.
Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan kêfxweşiya xwe bi dîtina Serok Barzanî û pêşketinên Herêma Kurdistanê anî ziman û destnîşan kirin ku niha ew kêfxweşiyeke mezin hîs dikin ku li welatê xwe û di nava xizmên xwe de ne û xwe ji xelkê Herêma Kurdistanê cuda nabînin.
Rewş û guherînên dawî yên li herêmê jî mijarên din ên vê civînê bûn.