Tuesday 9 January 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Giştiyê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Suriye kir



Roja sêşem 09.01.2024 Serok Mesûd Barzanî li Selaheddîn pêşwaziya birêz General Joel B. Vowell Fermandeyê Giştiyê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Suriye û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de ku birêz Mark Stroh Konsulê Giştiyê Amerîka li Hewlêrê amade bû, behsa pêşhatên dawî û guhertin û gefên terorê li Iraq û Suriye û navçeyê bi giştî kirin.

Her li vê hevdîtinê de guftûgoyên di derbarê metirsiyên serhildana Da'îşê kirin û li ber girtina çareseriyên pêwîstên ji bo rûbirûbûna terorê bi girîng zanîn.

Li beşekî dinê hevdîtinê de balkişandin li ser berdewamiya hemahengiya di navbera hêzên Hevpeymanan û hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê, her wiha tekez li ser berdewamiya karê hêzên hevpeymanan li Iraq û Suriye ya bi mebesta rêgirî kirina li metirsiyên serhildana terorê û parastina asayîş û aramiya navçeyê kirin.