Wednesday 25 October 2023

Serok Barzanî pêşwaziya Desteya Serokayetiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriye kir



Roja sêşema 24.10.2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Desteya Serokayetiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Suriye (ENKS) kir.

Li hevdîtinê de di derbarê pêşhatên dawî yên guhertinên siyasiyên Sûriye û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser astengî û gefên li ber paşeroja gelê Kurd li Sûriye.