Wednesday 6 March 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Cîgira Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîkayê kir



Roja çarşem 06.03.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Victoria Taylor Cîgira Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîkayê kir.

Li hevdîtinê de ku Mark Stroh Konsulê Giştiyê Amerîka li Hewlêrê jî amade bû, behsa serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê kirin û bi serdanekî ciddî û serkeftî hate wesifkirin. Her wiha behsa rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û giriftên li ber wan peywendiyan kirin û tekez li ser pêwîstiya parastina aramiya Iraq û rola hêzên hevpeymanan li aramiya Iraq û navçeyê kirin.

Babeta hilbijartinan mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî palpiştiya xwe ji bo birêveçûna hilbijartinê dûpat kir û her wiha dilgiraniya xwe jî di derbarê biryara dadgeha federal ya li ser nehiştina kotaya pêkhatan xisterû û wê biryarê bi hewldana ji bo nehiştina mafên pêkhatan û ziyangihandina bi proseya demokrasiyê da zanîn.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka mijareke dinê vê hevdîtinê bû.