Roja sêşema 15 ê Nîsana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Victoria Taylor Cîgira Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka û şandeke pê ra kir.
Li hevdîtinê de Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka bi navê dabînkirina aramî û pêşveçûna li Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê, tekez li ser dostayetî û hevbeşiya di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê kir.
Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraq û Sûriye û navçeyê bi giştî guftûgo kirin û di derbarê kêşe û astengiyên li ber proseya aştî li Tirkiye û rewşa aliyên Kurdî yên Sûriye û paşerojê û peywendiya wan bi Hikûmeta nû ya Sûriyê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Li beşeke dinê vê hevdîtinê de balkişandin li ser peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û hemahengiya di navbera wan ya bi navê çareser kirina kêşeyan û derbas kirina astengiyan.
Guftûgoyên di navbera PDK û YNK û hengavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê mijarên dinê vê hevdîtinê bû.