Wednesday 20 December 2023

Serok Barzanî pêşwaziya Cîgira Wezîrê Derveyê Amerîka kir



Serok Mesûd Barzanî li Selaheddîn pêşwaziya xanima Victoria Nuland Cîgira Wezîrê Derveyê Amerîka yê ji bo karubarên siyasî û şandeka li gel da kir ku ji xanima Alina Romanowski Balyoza Amerîka li Iraqê û birêz Mark Stroh Konsulê Giştiyê Amerîka li Hewlêr û hejmarek dîplomatkarên Amerîkî pêkhatibûn.

Li civînê de rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê û pêwîstiya çareserkirina kêşeyên di navbera wan û babeta mafên destûrî û şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê guftûgo kirin.

Her li vê civînê de ronahî xistin li ser gefên emnî û metirsiyên serhildana Da'îş li Iraq û navçeyê û tekez li ser hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal û hevpeymanan ji bo rûbirûbûna gefa terorê û astengên emnî kirin.

Rewşa siyasiya navxweya Herêma Kurdistanê mijareke dinê hevdîtinê bû û şanda mîhvan pêzanînên xwe ji bo pêşveçûna jêrxana herêmî û aramiya Herêma Kurdistanê hebû û tekez jî li ser pêwîstiya hemahengî û wekheviya di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kirin.

Li beşekî dinê vê civînê de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê herdem hewla daye li Iraqê da fakterê aramî û çareseriyê bê û xwazyarê ewe jî bûye ku kêşeyên li gel Hikûmeta Federal bi guftûgoyê çareser bike, lê belê komek fakter hene ku bûne rêgirê li çareserkirina kêşeyên di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal û vegerandina koçberan û asayîbûna rewşa devera Şingalê.