Monday 20 November 2023

Serok Barzanî pêşwaziya Boris Johnson Serok Wezîrê berê yê Brîtanya kir



Roja dûşema 20.11.2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Boris Johnson Serok Wezîrê berê yê Brîtanya û şanda pêre kir.

Boris Johnson xweşhaliya xwe bi hevdîtina Serok Barzanî derbirî û pesnê rola Serok Barzanî ya li rûbirûbûna terorê û amadebûna li bereyên pêşve yê şer da kir. Her wiha balkişand li ser peywendiya dostaneya di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê û tekez li ser pêwîstiya berdewamiya hemahengî, piştgîrî û hevbeşiya di navbera her du aliyan ya ji bo berdewambûna li pêşxistina wan peywendiyên du alî kir.

Serok Barzanî piştî bixêrhatina Boris Johnson spasî Brîtanya kir ji bo wê rola bilinda ku li rûbirûbûna terorê de dîtiye, bi wê pêgehê ku hê jî metirsiya hizir û îdeolojiya Da'îş maye ku bi şerê serbazî dawî nehat. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku hê jî metirsiyên terorîstên Da'îş gefê li ser aramiya navçeyê dike.

Pirsa peywendiya di navbera Hikumeta Federalî û Hikumeta Herêma Kurdistanê mijareke dinê civînê bû. Her du alî tekez li ser pêwîstiya çareseriya hemû kêşeyan li gor destûrê û li ser bingeha li hevhatin û hevsengî û hevbeşiyê kir.