Sunday 11 May 2025

Serok Barzanî pêşwaziya Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewrûpa li Herêma Kurdistanê kir



Roja yekşema 11ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Radu Butum Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewrûpa li Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewrûpa li Herêma Kurdistanê, ji bilî balkişandina li ser aramî û pêşketinên li Herêma Kurdistanê û hemahengiya di navbera Nivîsîngeha Yekîtiya Ewrûpa li Herêma Kurdistanê û navendên fermî û nefermî yên Herêma Kurdistanê de, bi kurtî nêrîna Yekîtiya Ewrûpa beranber Herêma Kurdistanê, ji bo Serok Barzanî xiste rû û ewe jî ragihand ku Yekîtiya Ewrûpa palpiştiya zêdetir li hebûna aramî û pêşveçûna li Herêma Kurdistanê û pêşxistina aborî û xweşguzeraniya welatiyan dike.

Li beşeke dinê vê hevdîtinê de, di derbarê pêşhatên navçeyê û paşeroja Kurd li Sûriye û her wiha proseya çareseriya aştiyane ya li Tirkiyê guftûgo kirin û berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewrûpa li Herêma Kurdistanê rola Serok Barzanî li yekxistina nêrîna aliyên Kurdî yên Sûriyê û her wiha yarmetîdana proseya çareseriya aştiyane ya Tirkiyê de bilind nirxand.