Tuesday 19 March 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Îtalya li Iraqê kir



Roja sêşema 19ê Adara 2024 li Selahedîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Maurizio Greganti Balyozê Îtalya li Iraqê û şandekî li gel da kir.

Piştî bixêrhatinê, Balyozê Îtalya li Iraqê xweşhaliya xwe ya bi dûbare hevdîtina li gel Serok Barzanî derbirî û pîrozbahiya cejna Newrozê li rêzdar û tevahiya gelê Kurdistanê kir.

Serok Barzanî spasî Balyozê Îtalya ya ji bo pêşkêşkirina pîrozbajiya bi helkefta cejna Newrozê kir û ragihand ku Newroz ji bo Kurd hêma û sembola serkeftinê ye li ser tarîtiyê da û pêxistina xetîreya agirê azadî û aştiyê ye.

Li civînê de pêşhatên dawî ya proseya siyasî û hilbijartinên Parlemena Kurdistanê guftûgo kirin, di derbarê daxuyaniya Mekteba Siyasiya PDK jî, ya ji bo beşdarînekirina li hilbijartinê, Serok Barzanî ragihand ku Partiya Demokrata Kurdistanê herdem li pey peydakirina çareseriyan bûye ji bo pêkanîna aramiya welat û çespandina demokrasiyê li gor birgeyên destûra sala 2005 ya Iraqê.

Serok Barzanî dûpat li ser parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û hemû mafên rewayên gelê Kurdistanê kir, ji ber ku kiyan û qeware li destûrê da hatiye çespandin û li encama xebata dûr û dirêj û berdewam pêkhatiye.

Balyozê Îtalya li Iraqê têgihiştina xwe ya tevahî ya ji bo rewşê derbirî, paşê jî her du alî tekez li ser peydakirina çareseriyek li ser bingeha demokrasî û sîstema federalî da kirin.