Monday 27 November 2023

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir



Roja dûşema 27.11.2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Ali Riza Gunay Balyozê Tirkiye li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî yên navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê kirin.