Saturday 28 September 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Qeter li Iraqê kir



Roja şemî 28.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Xalîd Hemed El Silîtî Balyozê Qeter li Iraqê kir.

Li vê hevdîtinê de Balyozê Qeter li Iraqê pêzanînên xwe ji bo wan pêşveçûnên li Herêma Kurdistanê da li warê aborî û geşbûnê pêkhatine hebû û tekez jî li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Qeter û Herêma Kurdistanê kir.