Monday 26 February 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Qeter li Iraqê kir



Roja dûşem 26.02.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Sultan Mubarek El Kubeysî Balyozê Qeter li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku birêz Husên Bin Elî Elfezale Konsulê Giştiyê Qeter li Hewlêrê amade bû, ji bo koça dawî ya xatûna (Zekiya Mistefa Barzanî) ya xûşka Serok Barzanî, Balyozê Qeter li Iraqê silav û sersaxiyên Şêx Temîm Bin Hemed Alî Sanî Mîrê Qeterê û Şêx Mihemed Bin Abdulrehman Alî Sanî Serok Wezîrê Qeterê bi Serok Barzanî gihand.

Rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û peywendiya du aliyane mijareke dinê vê civînê bûn.