Monday 8 January 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Awusturya li Iraqê kir



Roja dûşema 08.01.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Andrea Nasi Balyozê nû yê Awusturya li Iraqê kir.

Li vê hevdîtinê de Balyozê Awusturya xweşhaliya xwe bi hevdîtina Serok Barzanî nîşanda û behsa wan peywendiyên dîrokiyên di navbera gelê Kurdistan û Awusturya û pêşxistin û berev pêşvebirina peywendiyên di navbera her du aliyan yên li rûyê dîplomasî û kultûrî û abirî ve kir.

Li beşekî dinê hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyozê nû yê Awusturyayê kir û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû da xwest û behsa peywendiyên dostane û kevnar yên di navbera her du gelê Kurdistan û Awusturya li berê û niha de kir, her wiha pêşwaziya hewlên ber bi pêşvebirina peywendiyên di navbera her du aliyan li ser asta Hikumeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta Federal li gel hikumet û gelê Awusturyayê kir.

Rûdanên vê dawiyê yên Iraqê û girjî û aloziyên navçeyê bi giştî mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.