Roja dûşema 26.02.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Patrick Durel Balyozê Fransa li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de ku birêz Yann Braem Konsulê Giştiyê Fransa li Hewlêrê amade bû rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê guftûgo kirin.
Her li vê hevdîtinê de Balyozê Fransa li Iraqê û şanda li gel ji bo koça dawî ya xatûna (Zekiya Mistefa Barzanî) ya xûşka Serok Mesûd Barzanî, pirse û sersaxiyên xwe bi Serok Barzanî gihandin.