Roja dûşem 08.01.2024 Serok Mesûd Barzanî li Selaheddîn pêşwaziya Eric Chevallier Balyozê Fransa li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de Balyozê Fransa ku bi mebesta xatir xwestin malavayiyê û bi helkefta dawî hatina erkê xwe serdana Serok Barzanî kiribû, xweşhaliya xwe bi hevdîtina Serok Barzanî nîşan da û spasî rol û piştgîriya berdewam ya Serok Barzanî kir li wê dema ku wekî Balyozê Fransa li Iraqê kar kiriye.
Her li vê civînê de behsa rewşa siyasî û aloziyên Iraq û navçeyê û rûdanên vê dawiyê hatin kirin û di derbarê rewşê bi giştî de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî rola ber bi çav ya Balyozê Fransa kir ki karî peywendiyekî baş û ber bi çav li gel hemû aliyên Iraqî û Kurdistaniyan dirust bike û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû da xwest.
Di derbarê rewşa Iraqê jî her du aliyan tekez li wê yekê kirin ku pêwîste Hikumeta Federaliya Iraqê parêzgeriyê li ewlehî û asayîşa Iraqê bike û yasa serwer bê. Peywendiyên di navbera Hikumeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta Iraqa Federal û rêkarên baştirkirina wan peywendiyan mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.