Saturday 28 October 2023

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê kir



Roja şemiya 28.10.2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Eric Chevallier Balyozê Fransa li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Fransa li Iraqê silavên Serok Macron bi Serok Barzanî gihand. Her wiha di derbarê rewşa siyasî û rûdanên navçeyê û eger û metirsiyên qonaxa paşerojê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal mijareke dinê vê hevdîtinê bûn û hewlên ji bo çareserkirina kêşeyan bilind nirxandin. Balyozê Fransa li Iraqê destxweşiyê li biryara Serok Barzanî kir ku bi navê nermkirina rewşê baregeha Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê pêşkêşî Zanîngeha Kerkûkê kir û bi biryarekî hekîmane da zanîn.