Monday 7 October 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê kir



Roja dûşem 07.10.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Bruno Aubert Balyozê Fransa li Iraqê kir.

Li hevdîtina ku Olivier Decottignies Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêr jî amadebû, rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya li ser asta navçeyê hate nirxandin û her wiha di derbarê proseya siyasî ya Iraqê û xwepêşandan û girjiyên vê dawiyê ya Bexdayê û parêzgehên dinê Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê civînê de rewşa Sûriye û guhertinên hevkêşeyên siyasî û meydaniyên li Rojhilata Bakûrê Sûriye xistin ber behs û li vî derbarî de her dû alî dilgiraniya xwe li egera kûrtirbûna êş û azarên gelê Kurd û her wiha paşaroj û çarenivîsa gelê Kurd li Sûriye nîşan da.

Nirxandina gefa teror û hizra tundî ya li ser asayîş navçeyê mijareke dinê vê civînê de bû.