Tuesday 16 April 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê kir



Roja sêşema 16ê Nîsana 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Patrick Durel Balyozê Fransa li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ronahî xistin li ser rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û her wiha rewşa siyasiya navxweya Herêmê û Balyozê Fransa li Iraqê xweşhaliya xwe bi wê yekê nîşanda ku bi navê çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê diyalog berqerare û ewe jî xisterû ku Fransa hemû demekê hevsoz û palpiştê gelê Kurdistanê dimîne û pêwîste mafên gelê Kurdistanê li çarçêweya Iraqekî Federal da bêne parastin. Tekez jî kir ku welatê wan ji bo çareserkirina giriftên di navbera Hewlêr û Bexda û her wiha kêşeyên siyasiyên navxweya Herêma Kurdistanê, diyalogê bi baştirîn rê dizanê.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo rola dîrokiya Fransa ya li piştevanîkirina mafên rewayên gelê Kurd li hemû qonaxan de hebû. Serok Barzanî balkişand li ser xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya bi navê gihîştina bi azadî û serwerî û mafên neteweyî û redkirina cûdakarî û sîtemê. Serok Barzanî tekez jî kir ku giriftên di navbera Hewlêr û Bexdayê bi binpêkirina destûr û pêdagirnebûna bi rêkeftinan pêkhatiye û her wiha dirustbûna metirsî li ser proseya demokrasî û hewldana ji bo lawazkirina Herêma Kurdistanê ku herêmekî destûrî û berhema qurbanîdana dehan saliya gelê meye. Serok Barzanî budce û şayesteyên darayiyên Herêma Kurdistanê bi mafekî xwezayî ya xelkê Kurdistanê da zanîn ku bi tu awayekê nabê bikin kartekî siyasî û li dijî Herêma Kurdistanê bê bikaranîn. Her li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo berdewamiya diyaloga di navbera Herêma Kurdistan û Iraqa Federal de ragihand û bi baştirîn rêya ji bo çareserbûna kêşeyên di navbera her du aliyan wesif kir.

Di derbarê hilbijartinên Herêma Kurdistanê de, Serok Barzanî tekez kir ku PDK herdem amadeye ji bo hilbijartinekî pak û bêgerd ku encamên wê derketina îradeya rasteqîneya dengderan bê û pêkhat bikarin nûnerayetiya xwest û dengê xwe bikin û dûr bê ji dîzayna pêşwext û gîr û giriftên yasayî û teknîkî. Serok Barzanî hêvî jî xwest aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê li çarçêweya rêzgirtina li îradeya xelkê Kurdistanê û berjewendiyên bilindên Herêmê û berçav girtina kultûr û bihayên demokrasiyê li xizmeta parastin û bihêzkirina Herêma Kurdistanê da bin.