Wednesday 23 October 2019

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir



Roja çarşem 23.10.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Jon Wilks Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku James Thornton Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê jî amade bû, Balyozê Brîtanya palpiştiya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir û amadehiya welatê xwe ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên li gel Kurdistan û Iraqê ragihand.

Rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û guhertinên dawî yên li ser asta herêmî û navdewletî û her wiha nirxandina gefa serhildana Da'îş mijareke dinê vê civînê bûn.

Li hevdîtinê de bi hûrî rewşa Rojava û hatina lehiya nû yê penaberan li Sûriyê ji bo Herêma Kurdistanê xiste ber behs û her dû alî dijayetiya xwe ji bo egera guherîna demografya li wê navçeyê ragihand û ji bo wê jî wê yekê bi baş zanî ew penaber ji tirsa şer navçeyên xwe bi cîh dihêlin. Her li nav axa Sûriye û li cîheke aram ya nêzîkî sînor, wargeh ji bo wan dirust kirin û civaka navdewletî jî hevkariya bi lez ji bo wan dabîn bike. Her wiha her dû alî hevrê bûn ku ew rewşa aloza niha ziyanê bi hewlên hevbeşên dijî terorê digihîne û metirsiya serhildana Da'îş li Sûriye û Iraqê zêdetir dike.

Her li vê hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û emnî ya Iraqê kirin û her dû alî hevrê bûn ku pêwîste daxwaziyên rewayên hemwelatiyan bêne bi cîhkirin û projeya xizmetguzariya li navçeyên navîn û Iraqê bêne bi cîhkirin û rewşa jiyana xelkê bê baştir kirin.

Her li vî derbarî de Serok Barzanî tekez kir ku nabê rê bidin wan şaşî û kêmasiyên berê û bixin stûyê hikûmeta niha ya Iraqê û ewên ku bi xwe sedema gendelî û kêmasiyan bûne siwarê lehiya neraziya xelkê bin û bixwazin ziyanê bi kabîneya Dr Adil Abdulmehdî bigihînin.