Wednesday 27 March 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir



Roja çarşem 27ê Adara 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraq û Herêma Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kirin û di derbarê babeta hilbijartinê de Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku her li 1991 ve PDK destpêşxerê hilbijartinê û veguhestina şer`îyeta şoreşgêrî bo şer`îyeta yasayî bûye û herdem jî li hilbijartinan da dengê yekem aniye. Eve du sale ku hilbijartin bi hêcetên cûr bi cûrên siyasî û handana derekî tê paşxistin, niha jî ku bi biryara siyasî Dadgeha Federal û li gor ajandaya derekî destkariya yasaya hilbijartinê hatiye kirin, paşê dibêjin bila hilbijartin bê kirin. Em xwazyarê birêveçûna hilbijartinê ne lê belê dûrî li destêwerdana derekî û biryara siyasiya mebestdarên Dadgeha Federal ku armanca wan şikandina PDK bê. Serok Barzanî ragihand ku em naçîne jêr barê biryara nedestûrî ya Dadgeha Federal ku têda dadgeh xwe xistiye cihê desthilata yasadanan û bi cîhkirinê. Her wiha ewe jî dûpatkir ku têbînî û daxwaziyên PDK yasayî û li çarçêweya destûr û bi navê birêveçûna hilbijartinekî rast û rewa û bêgerde.

Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî tîşk xiste li ser siyaseta birçîkirin û birîna budceya xelkê Kurdistanê û tekez kir ku nabê muameleya siyasiyane li gel budce û debara xelkê Kurdistanê bêkirin ji bo lawazkirin û şikandina îradeya gelê Kurdistanê. Bi pêwîst jî zanî ku çareseriyeke yek alîker ji bo babeta budceya Herêmê bê danîn. Ewe jî ji bo şanda mîhvan rûnkir ku em pişt stûrîn bi rewayetiya doza gelê xwe û Herêma Kurdistanê bi xwîn û rondikên gelê Kurdistanê dirust bûye neku bi biryarên derveyê îradeya gelê Kurdistanê.

Her li vê hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraqê tekez li wê yekê kir ku welatê wan her li destpêka salên nohtan ya sedsala derbasbûyî û heta niha bi girîngiyê ve temaşa Herêma Kurdistanê dike û palpiştiya wê dike û li gel Herêma Kurdistana bihêz û aram da ye. Behsa ewe jî kir ku rola PDK li proseya siyasiya Iraq û Kurdistanê girînge û proseya siyasî û hilbijartinê li Herêma Kurdistanê da bi bêyî rola PDK proseyekî kamil nabê û dixwazin yarmetîder bin ji bo çareserkirina kêşeyan. Her wiha ragihand li dilgiraniyên we têdigihîn û ji bo wê yekê li virîn ji bo wê yekê ku bizanîn çawa beşdar û hevkar bîn ji bo çareseriya kêşeyan û birêveçûna hilbijartineke azad û pak û bêgerd.