Wednesday 13 March 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir



Roja çarşem 13ê Adara 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û pêşketinên navçeyê û rewşa emnî û hewlên ji bo parastina aramiya Iraqê guftûgo kirin.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê hilbijartina Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û biryarên Dadgeha Federalî de danûstandina bîr û ramanan kirin.

Rewşa navxweya Herêmê û hilbijartinên Herêma Kurdistanê mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.