Wednesday 24 January 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir



Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Li vê hevdîtinê de ku Konsulê nû yê Brîtanya li Hewlêrê amade bû, Balyozê Brîtanya ji bo karesata muşek barana bê bingeha ser Hewlêrê dûbare sersaxiyên xwe bi Serok Barzanî ragihand ku ji aliyê Supaya Pasdarên Îranî ve hatibû encamdan û bûbû sedema şehîd û birîndarbûna hejmarek welatiyên sivîl, li vî derbarî de helwesta fermî ya Hikumeta Brîtanya bi Serok Barzanî gihand ku dijî van cûre kirdarane bi taybet ku xelkê sivîl û bê tawan bikin armanc.

Her li vê hevdîtinê de behsa rewş û pêşhatên emnî û siyasiyên dawî yên navçeyê û Iraqê kirin, her wiha tîşk xistin li ser karên lîjneya lêkolîniya rastiyan ku ji aliyê Serok Wezîrê Iraqê ve hatibû pêkanîn û ji bo dûvdaçûn û lêkolîn û derxistina rastiyên li ser vê rûdanê hatibû pêkanîn.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî helwesta Balyoz û Hikumeta Brîtanya kir û dûbare dilgiraniyên xwe bi wê kirdara nemirovaneya beranber xelkê Herêma Kurdistanê hatibû kirin derbirî û pêzanînên xwe ji bo hewlên birêz Mihemed Şiya Sudanî Serok Wezîrê Iraqa Federal ya ji bo wergirtina helwest û dûvdaçûna ciddî ya li ser vê pirsê hebû.

Peywendiyên di navbera Hikumeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta Federaliya Iraqê û rewşa emnî ya Deşta Nînowa û Şingalê û girîngiya bi cîhkirina peymannameya Şingalê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.