Wednesday 17 January 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir



Roja çarşema 17.01.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de, Balyozê Brîtanya bi Serok Barzanî ragihand ku serdana wan ji bo gihandina hevsozî û piştevaniya welatê wane ji bo xelk û Herêma Kurdistanê li beranber wê êrîşa bê hêceta ku ji aliyê Artêşa Pasdarên Îranê ve li ser Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Her wiha pirse û sersaxiya xwe gihande Serok Barzanî ji bo şehîdbûna çend welatiyekî sivîl ya li vê rûdanê da. Her wiha Balyozê Brîtanya ragihand ku Brîtanya rêz li parastina yekperçeyî û serweriya axa Iraqê digrê û nabê Iraq û Herêma Kurdistanê bikin qada tundutîjiya welatên navçeyê û pêwîste Iraq û welatên cîran rêz li serweriya axa hevdû bigrin.

Serok Barzanî spasî piştevanî û hevsozî û hevxemiya Balyoz û Hikumeta Brîtanya kir, bi navê gelê Kurdistan û malbata şehîd û qurbaniyên karesata Hewlêrê spasî gel û Hikumeta Brîtanya kir. Her wiha tekez li wê yekê kir ku herdem xwazyarê hebûna peywendiya dostane û bihêza Herêma Kurdistan û Iraqê ne li gel welatên cîran li ser bingeha rêzgirtina hevbeş. Her wiha Serok Barzanî ragihand ew êrîşa ji aliyê Artêşa Pasdaran ve li ser Hewlêrê hatiye kirin bi hêcetên nerast û bê bingeh û zulmekî mezin bû li gelê Kurdistanê hate kirin û binpêkirina serweriya axa Iraq û Herêma Kurdistanê bû. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku êrîşên bi vî awayî îradeya gelê Kurdistanê nayê şikandin belku bihêztir û xûrttir dibe.

Li dirêjahiya hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê tu demekê li gel girjî û alozî û têkçûna peywendiya me li gel hîç welatekî nînîn bi berevajiyê ve em dixwazin peywendiyên me hevseng û dostane bin, lê belê naçîne bin barê sepandina biryar û siyaseta xwesepadina ji aliyê hîç welatek û destberdarê bihayên bilind û pîrozên xwe û doza rewaya gelê xwe li bin hîç fişar û êrîşek da jî nabîn.