Thursday 30 June 2022

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir



Roja pênçşem 30.06.2022 li Selahedîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku David Hunt Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê amade bû, guhertin û pêşketinên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û astengî û kêmasiyên li ber proseya siyasiya Iraqê û hengavên pêkanîna hikumeta paşerojê ya Iraqê guftûgo kirin.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî tekez li ser pêwîstiya pêgirîbûna aliyên siyasiyên Iraqê bi prensîpên şeraket û hevsengî û sazanê kirin.

Li beşeke dinê hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku divê hikumeta Iraqê rêz li mafên xelkê Kurdistanê û hêjayiyên darayiyên Herêma Kurdistanê bigre û hemû aliyek rêz li destûr û kiyan û qewareya Herêma Kurdistanê bigrin.