Roja sêşem 17.12.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Stephen Hickey Balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê û şandekî li gel kir.
Li hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.
Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û kêşe û gefên li ber proseya siyasiya Iraqê û daxwaziyên xwepêşanderan û her wiha dilgiraniyên di derbarê serhildana valahiya îdarî û siyasî guftûgo kirin.
Li beşekî dinê vê civînê de ronahî xistin li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya û Balyozê Brîtanya li Iraqê tekez li wê yekê kir ku welatê wan xwazyarê eweye ku Herêma Kurdistanê bihêz û yekgirtî bê.
Danustandina bîr û ramanên di derbarê rewşa Sûriye û metirsiyên serhildana Da'îşê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.