Wednesday 6 March 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Azerbaycan li Iraqê kir



Roja çarşema 06.03.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Nesîr Mamedov Balyozê Azerbaycan li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de behsa pêşhatên dawî û peywendiyên du aliyên di navbera Azerbaycan û Herêma Kurdistanê kirin û Balyozê Azerbaycanê balkişand li ser peywendiyên dîrokiyên hevbeşên di navbera her du aliyan kir û daxwaza berdewamîdan û bihêztirkirina wan ya bi taybetî li warên rewşenbîrî û aborî de kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî pesnê peywendiya dûr û dirêj û çespandî ya di navbera Azerbaycan û Kurdistanê kir û hêvî xwest ev peywendî berdewam ber bi pêşveçûnê da bê, bi taybet ji aliyê çandin û rewşenbîrî de kir.

Li dawiya hevdîtinê de jî Nesîr Mamedov Balyozê Azerbaycan spasiya xwe li gel pêşwaziya germ û mîhvandariyê ji bo Serok Barzanî dûpat kir.